“Rênimayên Yekîtiya Ewropayê dê nirxê otompobîlan li Tirkiyeyê giran bike”

Stenbol (K24) – Li gor çaksaziyeka nû ya Hikûmeta Tirkiyeyê dê piştî 31ê Tebaxê firotina otomobîlên destê yek ku ne li gor rênimayên ewlekariyê yên Yekîtiya Ewropayê ne werin qedexekirin. Li gor yek ji firoşkarên otomobîlan, ev biryar dê nirxê otomobîlan giran bike û hişyarî dide kiryaran ku destê xwe zû bigrin.

Firoşkarê otomobîlan Bayram Delî: “Niha dem dema kirîna otomobîlan e. Ji ber ku, piştî meha bê yasaya ewlekariyê ya otomobîlên destê yek dikeve warê cîbecîkirinê û dê lîre jî nirxê xwe kêm bike. Lewma kesên ku dê otomobîl bikirin divê destê xwe zû bigrin. Ger îro otomobîleka destê yek bikirin ku nirxê wê milyonek be, dê meha bê heman otomobîl dê bibe milyonek û sed hezar.”

Digel ku çend rojên kiryaran mane, çi livûtevgereka ger mli bazara firotina otomobîlan niye. Hin firoşkar sedema serekeke ya vê rewşê bi bilindbûna rêjeya sûdê vê girê didin.

Firoşkarê otomobîlan Cebraîl Baysilan: “Xelk li şûna ku otomobîl an jî xanî bikirin, pareya xwe li bankê radizînin bi armanca sûd jê werbigrin. Ji ber ku li bankan niha rêjeya sûdê gelek bilind e. Hem ji bo dayîna pareyan, hem ji bo dayîna kirêdiyan. Lewma bazara otomobîlan jî rawestiya. Ez geşbîn nînim ku di demeke kurt de bazar germ bibe.”

Lê digel rewşa nediyar a bazarê, kesên ku kirîna otomobîlan wekî vebêrhênan dibînin jî hene. Li gor wan, niha bo kirîna otomobîlan gûncavtirîn dem e.

Kiryar Hakan Yildirim: “Li gor min niha derfeta kirîna otomobîlan e. Lewra otomobîl erzan in û dibe ku bi guherîna siyaseta rêjeya sûdê û hin biryarên yasayî nirxê wan giran bibe. Lewma em jî hatin vir otomobîlek bikirin.”

Her çend nirxê otomobîlan li gor sala borî ji sedî 20 heta 30 erzan bûbe jî, bazara otomobîlan ji ber bilindbûna rêjeya sûdê û lawazbûna hêza kirînê ya welatiyan rawestiyaye. Lê hejmara kesên ku kirîna otomobîlan bo dema niha wekî derfeta qezancê dibînin jî ne kêm e. Lewra ew hêviyê ne ku rêjeya sûdê were kêmkirin û lîre nirxê xwe ji dest bide.

Fly Erbil Advertisment