Balyozê Îranê li Iraqê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li hember mêvandarîkirin û birêkirina heciyên Çileya Şîna Îmam Husên, Balyozê Îranê li Iraqê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike.
Ofîsa Ragihandinê ya Balyozxaneya Îranê li Iraqê îro 29ê Tebaxê ragihand, Balyozê Îranê li Iraqê Mihemed Kazim El-Sadiq pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re kir û ji bo mêvandarî û birêkirina heciyan bo Çileya Şîna Îmam Husên, spasiya Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir.
Di peywendiya telefonî de, Balyozê Îranê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re ragihand, heciyên Îranê razemendî û kêfxweşiya xwe ji bo alîkarî û xizmetguzariyên Herêma Kurdistanê nîşan dane.
Li hemberê jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em xizmetkirina heciyên Çileya Îmam Husên wek erkekî pîroz dibînin û hêvîdar in di salên pêş de xizmetên zêdetir ji wan re pêşkêş bikin.”
Di çend rojên borî de 69 hezar û 409 heciyên Îranê di deriyên Hacî Omeran û Başmaxê re derbasî Herêma Kurdistanê bûn û piştre berê xwe dan Kerbelayê beşdarî merasima Çileya Şîna Îmam Husên bûn.