Berhemanîna temateyan li Herêma Kurdistanê pêdiviyên navxweyî dabîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê da zanîn, berhemanîna temateyan li Şêxan, Sîdekan, Hacî Omeran û Pênciwênê, pêdiviyên navxweyî dabîn kiriye û nirxê wê jî erzan e.

Rêvebirê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê Hêmin Seyîd Mûrad ji îro 31ê Tebaxê K24ê re ragihand, di hefteya borî de nirxê temateyan gihîşt 1500 û heta 1750 dînarê Iraqî. Ji ber ku me bi mebesta piştgirîkirina cotkaran û berhemanîna xwemalî, sînor vekiribûn û piştre bi tena serê xwe sînor kontrol kiribûn.

Got jî: “Me destûra hawerdekirinê neda, ji ber ku me dizanibû ku berhemanîna navxweyî dê li deverekê raweste û li devereke dinjî dest pê bike. Wek nimûne, berhema temateyan li Hacî Omeran, Sîdekan, Şêxan û Pênciwênê gihîştiye, niha li van her çar deveran berhemanîna temateyan, pêwîstiyên navxweyî dadigire û nirxê wê jî pir erzan e û di navbera 350 û 750 dînar de ye.”

Hêmin Seyîd Mûrad da zanîn: “Îro me destûr da cotkaran, da ku berhemên xwe hinarde bikin, her îro jî zêdetirî 100 ton temate ji bo Bexdayê hatiye hinardekirin. Ev jî ji bo ku hevsengiyek di navbera cotkar û welatiyê de were domandin, ji ber ku bihayê ku heye erzantir bibe, cotkar dê zirarê bikin. Ji ber vê yekê me li gel wan bihayên erzan, hinardekirin jî vekir.”

Rêvebirê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê got, plana Rêveberiya Giştî %100 serkeftî bû. Dihate pêşbînîkirin ku ew berhema navxweyî ya hebû, daxwazê ​​dagir, ji ber wê jî rojên ku berhemanîna temateyan buha bûbû, me tehemula nirxê bilind kir, da ku cotkar zirarê nebînin û berhemên derve jî derbasî bazarên Herêma Kurdistanê nebin.