PDK û UNAMI danûstandinan li ser pirsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke UNAMIyê serdana Pişka Hilbijartinan a PDKê dike û di çarçoveya civîna navbera wan de birêveçûna hilbijartinan bi awayekî pakij û zelal û di rewşeke hêmin û aram û dûrî her arêşeyekê de tekez dike.
Berpirsê Pişka Hilbijartinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cehfer Êmînkî îro (Yekşem, 08.09.2024) pêşwaziya şandeke UNAMIyê bi serokatiya Serokê Tîma Alîkar a Hilbijartinan a UNAMIyê Emîr Areyn kir.
Di wê civînê de behsa dawî amadekariyên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ji bo birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir, ku biryar e li roja 20ê Cotmeha îsal bên kirin.
Her du aliyan birêveçûna hilbijartinan bi awayekî pakij û zelal û di rewşeke hêmin û aram û dûrî her arêşeyekê de tekez kir.
Tewerekî din ê wê civînê ew bû ku pêdivî ye part û aliyên siyasî peymannameya bingehên reftarê îmza bikin, ji bo ku piroseya hilbijartinan dûrî tundûtîjiyê be û di rewşeke hêmin û aram de bi rê ve biçe.
Her du aliyan pê baş bû ku li van nêzîkan ew belgenameyên giring bên îmzakirin, ji bo ku dema bangeşeya hilbijartinan baştir bi rê ve biçe.
Cehfer Êmînkî rolê UNAMIyê di alîkarîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê de giring dît û spasiya alîkariyên UNAMIyê ji bo Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê kir, herwesa tekez kir ku pêdivî ye alîkariyên UNAMIyê ji bo komisyonê û dezgehên din berdewam bin.