Iraq û Îranê 14 yadestên hevtêgihîştinê îmze kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya di konferansa rojnamevan ya ligel Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan de ragihand: “Me 14 yadestên hevtêgihîştinê bi Îranê re îmze kirin.”

Sûdanî got: “Em ê rê li binpêkirina serweriya Iraq û Îranê bigirin û rê nadin ku xaka Iraqê ji bo êrişkirina li ser ti welatekî were bikaranîn. Emê aramiya herêmê û hevkarên xwe biparêzin.”

Ji aliyê xwe ve Serokkomarê Îranê jî got: “Îran û Iraq li navçeyê xalên wan ên hevbeş hene û emê rê li ber terorê bigrin û bi Iraqê re aramiyê biparêzin.”

Herwiha Pizîşkiyan got: “Em têkiliyên xwe yên ewlehî û bazirganiyê bi Iraqê re xurt dikin û em ê li gorî peymanên xwe yên bi Iraqê re tevbigerin.”

Serokê Komarê Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 11ê Îlonê danê sibê gihîşt Bexdayê û ji aliyê Serokwezîr Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokomarê Îranê pêşî li Koşka Komarî ya Bexdayê bi Dr. Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd re û piştre li koşka hikûmetê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin kir.

Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê di daxuyaniyekê de got: “Gotûbêj derbarê hejmarek babatên giring û hevbeş hatin kirin, bi armanca pêşxistina hevkarî û hevbeşiya di navbera her du welatan de.”