Konsulê Îtalyayê: Em peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bilind dinirxînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê peywendiyên welatê xwe yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bilind dinirxîne û dibêje, “Peywendiyên me di astekî gelek baş de ne û roj bi roj ber bi pêş ve diçin.”
Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Michele Camerota duhî (Pêncşem, 12.09.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Me wekî Îtalya peywendiyeke gelek baş bi Koreya Başûr û Herêma Kurdistanê re heye û ev peywendî roj bi rojê di pêşxistinê de ne.”
Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê amaje jî da, “Me geştyar ji Îtalyayê bo Kurdistanê hene, gelek kes jî ji Kurdistanê diçin Îtalyayê.”
Michele Camerota di pareke din a gotinên xwe de got, “Ast û çawaniya peywendiyan gelek baş in, lê herdem mimkin e em zêdetir di wî warî de kar bikin.”
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Koreya Başûr li Îraqê Choi Sung-soo, merasîmên 20 saliya dostîniya Kurdistan û Koreya Başûr duhî (Pêncşem, 12.09.2024) bi navnîşanên “Dostînî ji Zeytûnê ber bi Pêşxistinê” li Hewlêrê hatin birêvebirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nav wan merasîman de gotarek pêşkêş kir û got, “Ev bîranîn û peywendiyên bi Koreyê re ji bo me gelek giring in.”