Mesrûr Barzanî: Çi weberhênanek ji weberhênana di nifşê bê de mezintir nîne

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyameke Xê de dibêje, “Çi weberhênanek ji weberhênana di nifşê bê de mezintir nîne.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 17.09.2024) peyamek li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê parve kir û tê de amaje da, “Çi weberhênanek ji weberhênana di nifşê bê de mezintir nîne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa ragehand, “Îro me bingeha 15 dibistanên nû li Hewlêrê dana.” Amaje jî da ku heta dawiya îsal, 194 dibistanên nû tên çêkirin û 1670 dibistan jî tên nûjenkirin.

Fly Erbil Advertisment