Elî Teter: Me pirojeya başkirina rêya serekî ya Geliyê Balinda - Pira Sîda derbazî qonaxa bicihanînê kir

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê eşkere dike ku, pirojeya başkirina rêya serekî ya Geliyê Balinda - Pira Sîda derbazî qonaxa bicihanînê kiriye.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Pêncşem, 19.9.2024) li ser rûpela xwe ya fermî li tora civakî ya Facebookê parve kir, “Me îro pirojeya başkirina rêya serekî ya geliyê Balinda - Pira Sîda bi dirêjahiya 14 kîlometran û bi gojimê 19 milyar û 106 milyon dînaran derbazî qonaxa bichanînê kir.”

Elî Teter herwesa amaje daye, “Ev piroje dê bibe yekem pêngava giring ji bo avedankirina deverên Nêrwe, Rêkan, Doskî Jorî û Welatjêrî.”

Navbirî ron jî kir, “Paş serhildana 1991ê ji encama hebûna hêzên çekdar û şerê berdewam ê navbera PKK û leşkerê Tirkyeyê, ev dever nehatiye avedankirin û çi gundekê wê jî avedan nîne.”