PWK desteserkirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) desteserkirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê şermezar kir.
Buroya Ragehandinê ya PWKê îro 24ê Îlonê daxuyaniyekê desteser kirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê de belav kir, desteserkirina mamoste û xebatkaran şermezar kir û daxwaza serbestkirina wan a demildest kir.
Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê:
“Em desteser kirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê şermezar dikin
Di daxuyaniyê de hat: “Îro (24.09.2024) li Amedê polîsan bi ser avahîya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û avahiya Payîz Pirtûkê girtine
Hate ragehandin ku gelek mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê hatine desteserkirin.
MED-DER li Amedê ji sala 2017an vir ve dersên zimanê Kurdî dide.
Ev êrîşna gişt, berhemê dijayetîya zimanê kurdî ne.
Em desteser kirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DER û êrîşa li ser avahiya Payîza Pirtûkê şermezar dikin. Divê hemû kesên ku hatine deteser kirin, demildest bêne berdan.”