Mesrûr Barzanî: Ji sala 2019ê ve weberhêneran bi zêdetirî 16 milyar dolaran weberhênan kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyameke Xê de dibêje, “Ji sala 2019ê ve weberhênerên biyanî û navxweyî bi zêdetirî 16 milyar dolaran weberhênan kiriye.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 24.09.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyamek parve kir û tê de ragehand, “Ji sala 2019ê ve weberhênerên biyanî û navxweyî bi zêdetirî 16 milyar dolaran weberhênan di avahî û pîşesazî û tendirustî û kertên din ên Kurdistanê de kiriye.” Herwesa got, “Ev hemî warên pêşiyê ne.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de tekez jî kir, “Çavê me li weberhênana di kertên bankî û dîjîtalkirin û karebê de ye li çend salên bên.”