Peşangeha Moda û Danûstandinê li Diyarbekirê hat vekirin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji alîyê Mîhrîcana Paytext ve peşangehêk hat li darxistin û  ji bo hezkiriyên moda û danûstandinê 120 kompanî beşdar bûn. Ji bo vebûna demsala cil û bergên payîzê ji Tirkiyeyê gelek kompanîya berê xwe dan Diyarbekirê.

Bi vekirina demsala cil û bergên payîzê, li Diyarbekir kelecanek xist dilê hezkiriyên modayê. Peşangeha Moda û Danûstandinê Li Diyarbekirê Li Navenda Peşangeh û Kongreya Mezopotamyayê derîyê xwe vekir. Gelek marka ji bo hezkirîyê moda yê ji 7 heremên Tirkiyeyê berê xwe dan mîhrîcana Diyarbekirê. 120 kompanî bi cihêz, pêlav, çente, cil û bergên jin û zarokan beşdarî peşangehê bûn.

Rêvebêrê Pêşangehê Mehmet Ektîrîcî ji K24ê re got: “Ev marka ji 7 heremê Tirkîyê hatin. Tiştê bihayên wan zêde jî hene, yên erzan jî hene. Payîz hat dema kirrînê nüye. Gora  bazara giştî me xwest ku bi kemasî bên firotin.  Gelê me jî di vê tendasîyê de em dilope kî alîkarîya wan bikin.”

Peşangeh ji alîyê Mîhrîcana Paytextê hatîye lidarxistin. Welatîyan eleqeyek mezin nîşanî vê peşangeha danûstendin a cilûbergan da. Peşangehê wê di navbera 25-29ê îlonê de bidome

Firoşker Zeynep Tuncay: “Em ji Enqerê hatine Dîyarbekirê. Em 5 roj li vêderin. Îro dest pê kir. Em cilê jina difroşin. Gelek eleqe heye.”

Firoşker Mîzgîn Güzel: “ Em ji Stenbolê hatine. Qapût, şel, çakêt anî vêderê. Me van tişta erzan anîye. Tiştên ku li dikkana 3 hezar lîre be, em bi hezar lîre difroşin. Çakêt di vê demsalê de gelek hewce ye, li dikana 3 hezar Lîre ye, li vir hezar Lîre ye.  500 Lîre be li vê peşangehê 250 Lîre ye. Em gelek bajara diğerin van cil û bergan tînin. Em ji Dîyarbekirê hatine.”