Erdogan û Sûdanî tekezî li ser hevahengiya Enqere û Bexdayê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê li New Yorkê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re civiya û pêwendiyên dualî yên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan di çarçoveya 79emîn civîna Komela Giştî ya NY li New Yorkê civiyan.
Serokatiya Tirkiyeyê ragihand, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina projeya rêya geşepêdanê di berjewendiya Tirkiye û Iraqê de kirin.
Da zanîn jî: “Sûdanî û Erdogan tekezî li ser giringiya hevahengiya Iraq û Tirkiyeyê di şerê dijî terorê de kirin û pêwîstiya avêtina gavên hevbeş ji bo pêşxistina hevahengiya di navbera wan de kirin.”
Derbarê pêşhatên li Rojhilata Navîn de, her du serokan bang kirin ku “pêşî li hewlên berfirehkirina şer ji aliyê Îsraîlê bê girtin.” Di civînê de hat destnîşankirin ku Îsraîl dê baca komkujiya li dijî Filistîniyan bide.