Wezîrê Derve yê Hungaryayê ji K24ê re: Rûsya nikare êrîşî NATOyê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Hungaryayê ragihand, Rûsya nikare êrişî NATOyê bike ji ber ku dizane ew ji aliyê leşkerî ve ne bi qasî NATOyê bihêz e.

Wezîrê Derve yê Hungaryayê Peter Ciarto ji K24ê re ragihand, ne lojîkî ye ku Rûsya êrişî NATOyê bike, ji ber ku madeya me 5 heye ku dibêje: “Êrîşa li ser her endameke NATOyê, êrîşa li ser hemû endaman e.”

Ciarto tekezî li ser wê yekê kir: “Rûsya dizane ku NATO di warê leşkerî de ji wê bihêztir e, lewra nikare vê yekê bike.”

Wezîrê Derve yê Hungaryayê amaje bi wê kir jî, “NATO niha yekgirtî ye. Helbet dibe ku nêrînên me cuda hebin, lê di saziyeke demokratîk de ev tiştekî normal e.”