Xamineyî: Êrîşên Îsraîlê ji wê yekê biçûktir e ku zirareke mezin bigihîne Hizbullahê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Olî yê Îranê ragihand, “êrîşên Îsraîlî ji wê yekê biçûktir e ku zirareke mezin bigihîne avahiya bihêz a Hizbullahê li Libnanê.”

Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî îro 28ê Îlonê li ser êrîşên dawî yên Îsraîlê li ser başûrê Libnanê û armanckirina Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah peyamek weşand.

Xamineyî got: “Kuştina kesên bêçek li Libnanê, careke din hovîtîya Siyonîstê ji her kesî re eşkere kir û kurtbînî û ehmeqiya siyaseta serkirdeyên rejîma dagîrker nîşan da.”

Herwiha got: “Îsraîlê ji şerê ku salek e li Xezzeyê didomîne, ders wernegirt û fam nekir ku bi kuştina bikomî ya jin, zarok û sivîlan, nikare bandorê li avahiya saxlem a rêxistina berxwedanê bike yan hilweşîne.

Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi wê kir, “Îsraîl niha jî heman siyaseta ehmeq li Libnanê dimeşîne.”

Herwiha got: “Êrîşên Îsraîlî ji wê yekê biçûktir e ku zirareke mezin bigihîne avahiya bihêz a Hizbullahê li Libnanê.

Herwiha tekez kir, hemû hêzên berxwedêr ên herêmê li gel Hizbullahê ne û piştgiriya wê dikin û çarenivîsa vê herêmê dê ji aliyê hêzên berxwedêr ên bi pêşengiya Hizbullahê diyar bibe.

Xamineyî got jî, “Erkê hemû misilmanan e ku bi şanazî li gel gelê Libnanê û Hizbullahê û li hemberî rejîma zalim û xerab a dagîrker rawestin.”