Rojnameyeke Fransî: Sîxurekî Îranî zanyarî li ser cihê Nesrullah dan Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlekarî ya Libnanî, sîxurekî Îranî zanyariyên hûr derbarê cihê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah dane Îsraîlê ku bû sedema kuştina wî, serkirdeyekî bilind ê Îranî û çend berpirsên din ên Hizbullahê.
Rojnameya Fransî “Le Parisien” ragihand, sîxurê Îranî ku nasnameya wî nehate eşkerekirin, zanayriyên hûr li ser liv û tevgera Nesrullah hebû, ku berî bigihe başûrê Beyrûtê, ji Îsraîlê re ragihandiye ku ew bi Serokê Operasyonên Pasdarên Îranê Abbas Nîlfiroşan re di heman otomobîlê de ye.”
Diyar kir jî, “Vî sîxurî karî derbasî nava bazneya navxweyî derdora Hizbullahê bibe û zanyariyên rast li ser tevgerên Nesrullah bide, ku roja ew ji bo beşdarîkirina di merasîma cenazeyê berpirsê Hizbullahê Mihemed Sorûr de, li Beyrûtê bû.”
Li gorî wê rojnameyê, “Îsraîl li bendê ma ku hevdîtina Nesrullah û serkirdeyên Hizbullahê bi wî berpirsê Îranî re dest pê bike, piştre êrîşî ser cihê hevdîtinê kir ku di encamê de, ji bilî Hesen Nesrullah û Ebbas Nîlfiroşan, 12 berpirsên din ên bilind ên Hizbullahê hatin kuştin.”
Amaje bi wê jî kir, Hesen Nesrullha û koma pê re, di dema êrîşê de 30 metroyan di bin erdê de bûn.”
Ji aliyekî din ve, rojnameya Îsraîlî “Yedioth Ahronot” ragihand, kesên ku beriya êrîşê li derdora cihê bûyerê bûn, çavkaniya herî baş a agahiyên Îsraîlê bûn.
Rojnameya “New York Times” ragihand, biryara êrîşê roja Înê hat dayîn ji ber ku serkirdeyên Îsraîlî di wê baweriyê de bûn ku berî Hesen Nesrullah cihê xwe biguhêre, derfeteke kin heye ku êrîşê bikin.
Artêşa Îsraîlî duhî Şemiyê got, wê êvara Înê di êrîşeke ser Taxa Başûr a Beyrûtê de Hesen Nesraullah kuştiye. Piştî çend demjimêran, Hizbullah ê di daxuyaniyekê Nesrullah piştrast kir.