50 malbatên Kurd li başûrê Libnanê asê mane û çend kes jî bûne qurbanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Nêzîkî penaberên Kurd li başûrê Libnanê di encama şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de hatine kuştin û birîndarkirin. Herwiha nêzîkî 50 malbatên Kurd jî li başûrê Libnanê asê mane.
Çalakvanê Kurd Mistefa Şêxo ji K24ê re got: “Nêzîkî 400 malbatên kurd ji encama aloziyên vê dawiyê, ji başûrê Libnanê ber bi Beyrûtê û navçeyên din ên Libnanê ve koçber bûne.”
Şêxo da zanîn jî, “Nêzîkî 50 malbatên kurd li başûrê Libnanê di encama şerê berdewam de, asê mane, nikarin ji wê navçeyê derkevin û di rewşeke xirab de dijîn.”
Wî çalakvanê Kurd got jî: “Ji encama êrîşên Îsraîlê li ser xal û baregehên Hizbullalê li başûrê Libnanê ve, heta niha 9 penaberên Kurd hatine kuştin û 8 penaber jî birîndar bûne.”
Herwiha amaje bi wê jî kir, “ji dema alozbûna vê dawiyê li Libnanê, nêzîkî 60 malbatên Kurd ji Libnanê vegeriyane Efrîn û Helebê.”
Ji destpêka şerê li Xezzeyê ve, Hizbullah û artêşa Îsraîlê her roj li ser sînor êrîşî hevdu dikin. Îsraîlê jî di çend rojên borî de êrîşên xwe li ser başûrê Libnanê û baregehên Hizbullahê tundtir kiriye.
Li gorî amaran, ji destpêka êrîşên Îsraîlê li ser başûrê Libnanê û heta niha zêdetirî 87 hezar Sûrî û Libnanî ji Libnanê derbasî Sûriyeyê bûne.