Artêşa Israîlê amadekariyên êrîşa bejahî bo ser Libnanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê amadekariyan dike ku biçe nav axa Libnanê û operasyonên bejahî bike. Hemî alî û heta Amerîka jî haydariyan dide Israîlê ku, ev karekî baş nabe û di berjewendiya wê de nîne.

Piştî kuştina Sikirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrula ji aliyê Israîlê ve, niha behsa çûna nav axa Libnanê û operasyonên bejahî tê kirin. Amerîka jî haydariyê dide ku, karekî ji wî rengî alîkariya vegeriyana Israîliyan ji bo malên wan nake.

Raport amajeyê didin amadekariyên artêşa Israîlê ji bo bicihanîna operasyona bejahî li dijî Hizbulahê li nav axa Libnanê, ev jî şerî derbazî qonaxeke nû ya metirsîdar dike.

Pêştir artêşa Israîlê çend caran amadebûa xwe ji bo çûna nav axa Libnanê û armanckirina pêgehên Hizbulahê diyar kiriye. Herwesa dibêje, “Me ezmûneke gelek baş ji şerê meydanî yê Xezzeyê û li dijî Hemasê wergirtiye.”

Artêşa Israîlê amaje jî daye, “Pilaneke temam ji bo êrîşa bejahî ya li ser Libnanê hatiye danan û rahênanên pêdivî jî ji bo vê armancê bi serbazan hatine kirin.”

Armanca wê operasyonê jî gerentîkirina ewlehiya sinorên Israîlê bi Libnanê re û rêgirtina li êrîşeke wekî ya 07.10.2023ê li ser Israîlê ye, herwesa nehêlana pêgeh û bingehên Hizbulahê li nêzî sinorên Israîlê ye, ji bo ku welatiyên deverên bakurî bikarin bi silametî û bê tirs vegerin malên xwe.

Ji bo vê meremê jî, artêşa Israîlê du yekîneyên serbazî bi navên Îtziyonî û Alon çê kirine û şandine ser sinorên wî welatî.

Hikûmeta Israîlê heta niha bi awayekî fermî niyeta xwe ji bo operasyona bejahî bo nav axa Libnanê diyar nekiriye, lê ajansa Israîl Hiyomê parve kiriye, “Nehanyahu û Gallant heftiya borî razîbûna xwe li ser çûna nav axa Libnanê ji bo hêzên Israîlê diyar kiriye.”

Di eynî demê de Amerîka û welatên din bi awayekî berçav çend caran haydarî daye ku, operasyona bejahî bo nav axa Libnanê di berjewendiya Israîlê û ewlehiya deverê de nabe. Koçka Spî jî amaje daye, şerekî seranserî li dijî Îran û Hizbulahê ji bo vegeriyana awareyan bo nav mal û halên wan li bakurê Israîlê alîkar nabe.