Li Stenbolê Festîvala Wêneçîrokan hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hezkiriyên wêneçîrok û karîkatûran li Stenbolê di festîvalekê de berhev bûn. Ji zarokan heta ciwan û kesên bitemen berê xwe dan Festîvala Wêneçîrok û Karîkatûrê û dîmenên rengîn peyda bûn. Şaredarê Kadikoyê Mesûd Kosedagi taybet bo Kurdistan24ê axaft û got, ew dixwazin xelkî û çîroknivîs û karîkatûrîstan bînin ba hev. 

Şaredariya Kadikoyê yê Stenbolê, dildarên karîkatûr û wêneçîrokan di festîvalekê de anî ba hev. Di festîvalê de ne tenê ev her du beşên hunerê, gelek çalakiyên wekî dîdarên nivîskaran, nûmayîşkirina pirtûkên edebiyata zarokan û wêneyên qehremanên karton fîlman cih digre.

Şaredarê Kadikoyê taybet bo Kurdistan24ê eşkere kir ku, ew dixwazin hemû hejêkiriyên karîkatûr û wêneçîrokên li hev bicivînin û nêzikê huner û hunermandan bikin.

Şaredarê Kadıkoyê Mesut Kosedagi ji K24ê re got: “Nivîskar û wênsazên me yên herî diyar û xelkê me bi xêra vê festîvalê têne ba hev. Zarok dikarin bi wêneyên qehremanên xwe yên li wêneçîrokan û kartonfîlman li vir bidin nexşandin û xêzkirin. Festîvaleka bi rastî gelek xweş e û herkes gelek şa bûye.”   

Ji ber qelebalixiya zêde bazara karîkatirûstan jî germ bû. Bi taybet zarok daxwaza karîkatûra xwe ji wan dikirin.

Ciwanên ku bi kostûma qehremanên xwe yên ku bi salane e dixwînin û temaşe dikin hatibûn, reng dan festîvalê.

Badeler Yildiz: “Ev kostûma Foxy e ku yek ji qehremanê lîstika ‘Five Nights at Freddy's’ e. Ez ji zaroktiya xwe ve vê lîstikê dileyzim û lewma min xwest bi kostûma Foxy werim vir û lîstik bikim rastî.”

Mert Cîvelek: “Navê qerektera min Wolf e, ew yek ji qehremanê lîstika ‘Payday 2’ ye. Ew kesekî diz e. Bankan û zêrîngeran dişelîne. Ez bi vê lîstikê re gelek mijûl bûm. Lîstik zêdetir ji 400 seet e. Lewma bi kostûma Wolf hatim.”

Kayra Pekşan: “Kostûma min, ya Hu Tao ye. Ev e, qerektera lîstikeka Çînî ye. Ji lîstika ‘Genshin Impact’ e. Dema min ev festîval bihîst min yekser kostûma xwe li xwe kir û hatim vir. Gelek şa bûme îro, gelek xweş e.”