Bakirhan: Kilîla destûra nû ya Tirkiyeyê, reftara ligel pirsa kurd e

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê dibêje, kilîla destûra nû ya Tirkiyeyê, reftara ligel pirsa kurd e. Herwiha got: “Divê dewlet û sazî vê biryarê bidin; yan dê bibin dijminên kurdan yan jî xizmên kurdan.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna firaksiyona partiya xwe li parlementoya Tirkiyeyê de, li ser mijara destûra nû ragerhand, pêwîstiya Tirkiyeyê bi destûreke nû û sivîl û demokratîk heye.

Bakirhan got jî: “Kilîla destûreke nû û demokratîk, reftara ligel pirsa kurd e. Şertê yekem ê destûra bingehîn a demokratîk ew e ku di serî de kurdan, tevahiya gel û baweriyên li welêt di çarçoveya hemwelatiya wekhev de bibîne û li ser vê bingehê bê avakirin.”

Hevserokê DEM Partiyê tekez jî kir, “Rêya cîbicîkirina destûra bingehîn a demokratîk a di sedsala duyemîn de, statûya gelê kurd e. Divê peymaneke civakî ya ku rê nade mêtingehkirina gel û baweriyan were îmzekirin.”

Herwiha got: “Em vê baş dizanin; rêya çareserkirina pirsa kurd a li Tirkiyeyê, Enqere ye. Divê dewleta Tirkiyeyê, desthilat û gel êdî biryarekê bidin. Li seranserî cîhanê 60 milyon kurd dijîn. Herî zêde jî li Tirkiyeyê dijîn. Divê dewlet û sazî vê biryarê bidin; yan dê bibin dijminên kurdan yan jî xizmên kurdan.”