Mesrûr Barzanî: Molet ji bo zêdetir 4500 kargehên nû hatine dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, heta niha molet ji 4 hezar û 500 kargehên nû re hatiye dayîn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser platforma “X” nivîsî: “Heta niha molet ji 4 500 kargehên nû re hatiye dayîn û gelek ji wan jî dê di van rojan de bên vekirin. Kargeha SMC ya sirincên Hewlêrê yek ji wan e.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Cotmehê kargeha SMC ya berhemanîna sirincan li bajarê Hewlêrê vekir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de dilxweşiya xwe diyar kir ku îro kargeha duyê ya pîşesazî vekir û tekez kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizavê dike kêmtir pêdivîtiya bi hawirdekirina keresteyan hebe.” Navbirî amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo alîkarîkirina her weberhênerekî diyar kir, ku bixwaze di kertê pîşesaziyê de weberhênanê bike.