Komîsyon: Me ji sedî 95 karên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê temam kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand, ji sedî 95 ji karên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê temam bûne.
Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Dadwer Omer Ehmed li ser amadekariyên dawî yên komîsyonê yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, kampanyaya hilbijartinê, şopandina pêvajoyê û çend mijarên din konferanseke rojnamevanî lidar xist.
Dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 20 Cotmehê û dengdana taybet a hêzên Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê jî roja 18ê Cotmehê birêve diçe. 136 lîste û 1191 namzedên partiyan, serbixwe û kotayan ji bo 100 kursiyên parlamentoyê hevrikiyê dikin.
Li gorî dadwer Omer Ehmed, Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ji sedî 95 ji karên têkildarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê temam kirine û ew amade ne hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi awayekî paqij û dadperwerane birêve bibin.
Herwiha got: “Hemû amêrên hilbijartinan hatine amadekirin û pusulayên dengdanê jî li ser ofîsên komîsyonê yên li parêzgehan û îdarên serbixwe yên Herêma Kurdistanê hatine belavkirin.
Dadwer Omer Ehmed bang li konsulxane û rêxistinên navxwe û biyanî kir, çavdêriya proseya hilbijartinan Parlamentoya Kurdistanê bikin ku heta niha 9 konsulxane, 8 rêxistinên navdewletî û hejmarek rêxistin û çavdêrên navxwe amadebûna xwe ji bo vê yekê nîşan dane.