Artêşa Israîlê: Zêdetirî 180 moşekan ji Libnanê arasteyî Israîlê hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê ragehand, hêzên bergiriya asmanî ya Israîlê du dron êxistin ku ji Libnanê arasteyî Israîlê hatibûn kirin.
Artêşa Israîlê îro (În, 04.10.2024) di ragehandinekê de eşkere kir, “Zêdetirî 180 moşekan ji Libnanê arasteyî Israîlê hatin kirin, di nav wan de jî 70 moşek di dema du seetên borî de hatine avêtin.”
Tekez jî kir, “Piraniya wan moşekan ji aliyê bergiriya asmanî ya Israîlê ve hatine êxistin û hin jî li deverên dûr keftin xwarê ku çi zirareke canî nebû.”
Amaje jî da, “Bergiriya asmanî ya Israîlê du dron jî êxistin ku ji Libnanê hatibûn nav Israîlê.”
Eşkere jî kir, “Balafirên şerî û dronên Israîlê li roja Pêncşemê bi dehan cihên Hizbulahê li Libnanê kirin armanc.”
Ron jî kir, “Ew cihên ku Israîl li Beyrûtê dike armanc embarên çekî, odeyên fermandeyî, cihên hewalgirî, keresteyên çavdêriyê û jêrxaneyên din in.”
Ji aliyekî din ve Hikûmeta Libnanê jî ragehand, “Ji ber êrîşên Israîlê bo ser Libnanê, tenê di dema 24 seetên borî de 37 kes hatine kuştin.” Eşkere jî kir, “Di wê demê de Israîlê 153 caran gelek cih li Libnanê kirine armanc.”
Artêşa Israîlê ji roja 23ê Îlonê ve êrîşên xwe bo ser Hizbulahê girantir kirine û gelek ji serkirdeyên bilind ên Hizbulahê di êrîşên asmanî de hatine kuştin, ê herî diyar jî Sikirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrula bû.