Wezîrê Derve yê Îranê piştî Beyrûtê gihişt Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê îro Şemiyê ragihand, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Iraqçî gihîşte Şamê, Paytexta Sûriyeyê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê amaje bi wê yekê kir, Ebbas Iraqçî dê di serdana xwe de bi rayedarên Sûriyeyê re li ser geşedanên herêmî û pêwendiyên dualî gotûbêjan bike.

Iraqçî wek yekem serdana berpirsekî Îranê piştî kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah û tundbûna êrîşên Îsraîlê li ser çend deverên wî welatî, duh Înê gihîştibû Beyrûtê, Paytexta Libnanê.

Iraqçî li Beyrûtê ji rojnamevanan re got: “Komara Îslamî ya Îranê piştevana Libnanê û Şîeyên bû û dê bimîne, piştevana Hizbullahê bû û hîn jî piştevana Hizbullahê ye û pêwîst bû ez wiha bibêjim.”

Iraqçî her wiha got: “Tehran piştevaniya hewlên agirbestê li Libnanê dike, bi şertê ku ji aliyê Hizbullahê ve were piştgirîkirin û hevdem ligel agirbesta li Xezzeyê be.”