Zanayên Siyasetê: Îsraîl li ser Tirkıyeyê ne gef e

Stenbol (K24) – Berî çend rojan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî gotibû, Îsraîlê çav berdaye axa wan û ev axaftin bûbû sedem ku pirsa gelo dê Tirkiye û Îsraîl rûbirûyê hev bibin li rojevê zêde bibe. Lê zanayên siyasetê yên Tirkiyeyê di wê baweriyê de ne ku, çi armanceka Îsraîlê bo girtina axa Tirkiyeyê niye û ev her du welat şerê hev nakin. Erdogan bi van daxuyaniyên tûnd dixwaze dengdêrên xwe razî bike.

Gotara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî ya li parlamentoyê ku gotibû, êrîşên Îsrailê yên li dijî Xezze û Libnanê Tirkiyeyê jî li xwe digre û Îsraîlê çav berdaye xaka wan, rojeveka nû li siyaseta Tirkiyeyê zêde kiriye.

Gelek kes û alî pirsa mabesta Erdoganî ji vê daxuyaniyê dikin û egereka lawaz be jî rûbirûbûna her du welatan tê gengeşekirin. Lê li gor zanayên siyasetê çi bernameyeka Îsraîlê ji bo şerekî li dijî Tirkiyeyê niye, armanca gotara Erdoganî parastina dengên AK-Partiyê û dilxweşkirina civaka xwe ye.

Zanayê Sıyasetê Dr.Ufuk Uras ji K24ê re got: “Erê em ji siyaseta êrîşkar a Îsraîlê agahdar in, lê çi egerek niye ku Îsraîl şerê Tirkiyeyê bike. Ne Tirkiye, şerê çi welatên ku endamê NATO’yê ye nake û ji bo vê gav navêje. Digel ku hemû kes vê rastiyê dizane, medyaya Tirkiyeyê bimebest nûçeyên egera şerê her du welatan belav dike. Erdogan bi daxuyaniya xwe armanc dike dengdêr û alîgirên xwe ji dest nede û Îsraîl bo Tirkiyeyê ne gef e.”

Tirkiye hem ji ber pêgeha xwe ya jeosiyasî, hem ji ber endamtiya xwe ya di nava NATOyê de hevpeymanekî stratejîk a Amerîkayê ye û şîrovekarekî din ê siyasî jî balê dikşîne ser vê pêwendiyê û dibêje, civaka navdewletî bi taybet Amerîka bi ti awayî rê nade Tirkiye û Îsraîl rûbirûyê hev bibin lê berpirsên her du welatan bo razîkirina xelkê xwe, siyaseteka tûnd li dijî hevûdu bi rê ve bibin.

Şîrovekarê Siyasî Azad Sagniç dibêje: “Pêdiviya Amerîkayê çend bi Îsraîlê hebe, ew hinde bi Tirkiyeyê jî heye. Lewma Tirkiye û Îsraîl bixwazin rûbirûyê hev bibin, Amerîka vê derfetê nade wan û nahêle şer bikin. Heçend hişê medyaya Tirkiyeyê li ser armancên Îsraîlê yên li dijî Tirkiyeyê be, herkes pê dizane ku çi bernameyeka Îsraîlê li ser axa Tirkiyeyê niye.”

Di destpêka şerê Xezzeyê de Erdoganî siyaseteka gelek hevseng bi rê ve dibir û ew siyaset gihiştibû astekê ku gelek aliyên îslamî yên Tirkiyeyê rexne li Erdoganî bigrin û deng nedin wî. Lê paşê Erdoganî helwesta xwe ya li dijî Îsraîlê tûnd kir û ev tûndî jî gihişte astekê ku, behsa egera şerê her du welatan bê kirin.