Parlamentoya Iraqê projeya qedexekirina asayîkirina pêwendiyên ligel Îsraîlê pesend kir

Bi piraniya dengên amadebûyan hat qebûlkirin.

Hewlêr (K24) - Parlamentoya Iraqê projeyasaya qedexekirina asayîkirina pêwendiyan ligel Îsraîlê bi piraniya dengên amadebûyan pesend kir.

Îro 26ê Gulana 2022yan Parlamentoya Iraqê civîna xwe ya di çarçoveya werza yekem a qanûndanînê ya sala yasayî ya yekem a gera pêncem a hilbijartinan de bi serokatiya Mihemed Helbûsî saz kir.

Di civîna îro ya parlamentoya Iraqê de 275 parlamenter amade bûn û tê de projeyasayek derbarê qedexekirina peywendiyên ligel Îsraîlê hat gotûbêjkirin.

Parlamentoya Iraqê di civînê de biryar da navê qanûna "Qedexekirina Asayîkirin û Damezrandina Têkiliyên bi Statuya Siyonîst re" bo "Qanûna Tawanbarkirina Asayîkirina Peywendiyan bi Statuya Siyonîst re " bê guherandin.

Iraq yek ji wan dewletan e ku heta niha jî Îsrîalê bi fermî nas nake û ti peywendiyek di navbera Bexda û Tel Avîvê de nîne. Piraniya hêzên siyasî yên Iraqê jî normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re red dikin.

Pêncşema borî 19ê Gulana 2022, parlamentoya Iraqê pêşnûmeya yasaya qedexekirina asayîkirin û danîna peywendiyan ligel Îsraîlê gotûbêj kiribû. Armanc ji wê yasayê ev e ku rê li her cure têkiliyên bi Îsraîlê re bê girtin.