Li Hewlêrê bi droneke bombekirî êrîş hat kirin

Tîmên asayîş û polîs gihîştin cihê bûyerê û dest bi lêkolîna sedema teqînê kirin.

Hewlêr (K24) – Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi rêya drona bombekirî êrîşek hat kirin û di encama êrîşê de 3 kes bi sivikî birîndar bûn û hejmarek otomobîlên welatiyan zirar dîtin.

Dije Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir, êrîşa îşev ya li ser rêya sereke ya Hewlêr – Pîrmam, bi rêya droneke bombekirî hat kirin.

Li gor daxuyaniyê, êrîş îşev di demjimêr 21:35ê de hatiye kirin û di encamê de sê welatî bi sivikî birîndar bûne.

Li ser vê mijarê Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand, careke din terorîstan bi awayekî tirsonek êrîşî Hewlêrê kirin.

Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir, hemû dezgehên ewlehiyê amade ne, bi çav vekirî li hember vê rewşê tevdigerin.

Omêd Xoşnaw got: “Terorîst nikarin li Hewlêrê bi ser bikevin, divê hikûmeta Iraqê ji bo deverên valahiya ewlehiyê çareseriyekê bibîne, ku grûp û milîs wan deveran bi kar tînin, da ku êrîş bikin ser Hewlêrê.”