Li Kelarê otomobîlek hat bombebarankirin

Dije Terora Kurdistanê ragihand, droneke artêşa Tirkiyê, otomobîleke çekdarên PKKê kiriye armanc.

Hewlêr (K24) – Li bakurê navçeya Kelarê ya ser bi Germiyanê otomobîlek hat bombebarankirin û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan. Dije Terora Kurdistanê ragihand, droneke artêşa Tirkiyê, otomobîleke çekdarên PKKê kiriye armanc.

Dije Terora Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, li gor zanyariyan, otomobîleke ji cûreya jeep li nêzîkî sayloya Kelarê ji aliyê firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê ve hat armanckirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di encama bombebaranê de çar kesên di nava otomobîlê de canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, kesên hatine armanckirin, çekdarên PKKê ne.