Şanda Wezareta Pêşmerge li Bexdayê hevdîtin û civîn encam dan

Îro şanda Wezareta Pêşmerge ku bi serdaneke fermî li Bexdayê ye, hejmarek hevdîtin û civîn ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, Wezîrê Berevanî yê Iraqê, Serokerkanê Wezareta Berevaniyê encam dan

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, îro şanda Wezareta Pêşmerge ku bi serdaneke fermî li Bexdayê ye, hejmarek hevdîtin û civîn ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, Wezîrê Berevanî yê Iraqê, Serokerkanê Wezareta Berevaniyê encam dan û gotûbêj li ser pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê de hat kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, îro 23yê Hezîrana 2022yan, şanda Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Serokerkan Îsa Uzêr serdana Fermandariya Operasyonên Hevbeş kir û ji aliyê Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr Şemerî ve hat pêşwazîkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Ebdulemîr Şemerî kurteyek li ser çalakî û karûbarên Wezareta Berevanî û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji aliyê şêwaza rûbirûbûna grûpên terorîstan û li ser mijarên ewlehî û serbazî yên Iraqê, pêşkêş kir. Piştre şanda Wezareta Pêşmerge, serdana beşên Fermandariya Operasyonên Hevbeş kir.

Piştre şanda Wezareta Pêşmerge, di du hevdîtinên cuda de ji aliyê Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cûme Înad û Serokerkanê Wezareta Berevanî Ebdulemîr Yarallah ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de pêwendiyên navbera Wezareta Berevanî ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge hat gotûbêjkirin, baştirkirin û pêşvebirina pêwendiyan û dirustkirina baweriyeke bihêz di navbera herdu aliyan de, di hemû waran de bi girîng û pêwîst hat dîtin, bi taybetî niha, da ku bandoreke zêdetir dirust bikin ji bo rûbirûbûna DAIŞê.