Elî Qazî koça dawiyê kir

Elî Qazî, kurê bi tenê yê Serokê Komara Kurdistanê li Mehabadê pêşewa Qazî Mihemed îro koça dawî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Elî Qazî, kurê pêşewa Qazî Mihemed îro di temenê 89 saliyê de li bajarê Bonê yê Almanyayê koça dawiyê kir.

Elî Qazî, kurê bi tenê yê Serokê Komara Kurdistanê li Mehabadê pêşewa Qazî Mihemed îro 10ê Tîrmeha 2022an li bajarê Bonê yê Almanyayê koça dawiyê kir.

Elî Qazî sala 1933an li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî çend salan ji rûxana Komara Kurdistanê, berê xwe da Almanyayê û lê bi cih bû.

Elî Qazî di salên borî de vegeriya Başûrê Kurdistanê û bû Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê.

Elî Qazî piştî ku nexweş bûbû, serokatiya partiyê bi cih hîşt û ji ber rewşa xwe ya tendirustiyê, vegeriya Almanyayê û îro jî koça dawiyê kir.

Qazî Mihemed di 1ê Gulana sala 1900an li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Di 22ê Çileya 1946an de li meydana Çarçira, Komara Kurdistanê li Mehabadê ragihandibû.

Di 17ê Berçileya 1946an de piştî têkçûna Komarê, di 30ê Adara 1947an de Qazî Mihemed û Wezîrê Berevanî yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çarçira ya Mehabadê hatin bidarvekirin.

null
Elî Qazî – Hevjîna Qazî Mihemed, Mîna xan Qazî – Diktor Rehîm Seyfî Qazî, nivîskarê romana Pêşmerge
Elî Qazî di serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê de