Li Akrê pêketiyekî Koronayê 9 meh li nexweşxaneyê ma û îro canê xwe ji dest da

Li bajarokê Akrê welatiyekî pêketiyê vîrusa Koronayê (Covid-19) neh meh li nexweşxaneyê ma û ji ber tansiyon û nexweşiya şekir, îro canê xwe ji dest da.

Duhok (K24) – Li bajarokê Akrê welatiyekî pêketiyê vîrusa Koronayê (Covid-19) neh meh li nexweşxaneyê ma û ji ber tansiyon û nexweşiya şekir, îro canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê K24ê yê li Duhokê ragihand, welatiyê bi navê Ebdurehman Ehmed Umer ku ji destpêka îsal ve bi vîrusa Koronayê ketibû, ji ber ku beriya niha nexweşiya wî ya şekir û tansiyona wî hebû, vîrusê bandoreke mezin li ser wî kir û nêzîkî neh meh in li nexweşxaneyê hatiye razandin.

Peyamnêrê me diyar kir, piştî 270 rojên mayîna li ser amûrê bêhndanê, îro li nexweşxaneke bajarokê Akrê canê xwe ji dest da.

Piştî kêmbûna rêjeya pêketiyên vîrusa Koronayê ji naverasta îsal ve, Ebdurehman Ehmed Umer yekane pêketiyê vîrusa Koronayê bû ku li nav Nexweşxaneya Koronayê mabû.

Beriya niha Parêzgarê Duhokê Elî Teter bi nûnertiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Ebdurehman Ehmed Umer kiribû û amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo şandina wî bo derveyî welat nîşan dabû, lê ji ber xirabiya rewşa wî û rênimayên bijîşkî, nekarîn wî veguhezînin derveyî welat.