Wezîrê Tenduristiyê: Nexweşxaneya Şoreş-Hêtûtê qerebalixiya li nexweşxaneyên din kêm dike

Nexweşxaneya Şoreş-Hêtûtê
Nexweşxaneya Şoreş-Hêtûtê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, Nexweşxaneya Şoreş-Hêtûtê bi awayekê hevçerx hatiye çêkirin û welatiyên derveyî bajaran dê feydeyî jê werbigirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro (Çarşem, 22ê Cotmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got: “Vekirina vê nexweşxaneyê girîngiyeka zêde heye, ji ber ku armanca kabîneya nehê xizmetkirina welatiyan e, bi taybetî di warê tenduristiyê de û li derveyî navendên bajaran. Ev yek jî dê bibe sedema wê yekê ku, hemî welatiyan wê deverê feydeyî ji xizmetên wê werbigirin, bi taybetî jî gund û derdorên wê.”

Saman Berzincî amaje jî da ku, hejmareka mezin a xizmetan di wê nexweşxaneyê de heye, ji bilî neştergeriyan û hebûna alavên pêşkeftî li wê nexweşxaneyê, dê bibe sedema kêmkirina qerebalixiya li ser nexweşxaneyên li nav Dihokê jî.

Herwesa Parêzgarê Dihokê Elî Teter jî ji Kurdistan24ê re got: "Hebûna vê nexweşxaneyê girîng e ji ber ku ew li devereka çiyayî û dûr e.”

Ev nexweşxane bi awayekê hevçerx hatiye çêkirin û yek ji nexweşxaneyên herî pêşketî yên Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 22ê Cotmeha 2025ê) Nexweşxaneya Şoreş-Hêtûtê ya Giştî li komelgeha Dêralûkê ya qezaya Amêdiyê û parêzgeha Dihokê vekir.

 
Fly Erbil Advertisment