Şandeke Kurdên Efrînê nameya nerazîbûnê radestî Konsulê Filistînê kir

Rêxistineke Filistînî komelgeheke niştecihbûnê ji bo bicihkirina Erebên hawirde li ser axa Efrînê ava kiriye.
Şanda Kurdên Efrînê ligel Konsulê Filistînê yê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî
Şanda Kurdên Efrînê ligel Konsulê Filistînê yê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Kurdên Efrînê derbarê pirsa avakirina komelgehên niştecihkirinê li herêma Efrînê ji aliyê saziyên Filistînî ve, serdana Konsulê Filistînê yê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kirin û nameyeke nerazîbûnê radestî wî kirin.

Di çend rojên borî de, rêxistineke Filistînî ya bi navê Saziya Xêrxwazî ​​ya Wefaa El-Muhsinîn, qonaxa yekem a avakirina komelgeha niştecihbûnê ji bo bicihkirina Erebên hawirde li ser axa Efrînê bi dawî kiribû.

Şandeke Kurdên Efrînê derbarê pirsa avakirina komelgehên niştecihkirinê li herêma Efrînê ji aliyê saziyên Filistînî ve, serdana Konsulê Filistînê yê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kirin û nameyeke nerazîbûnê radestî wî kirin.

Di nameyê de şanda Kurdên Efrînê bal kişandiye ser wê yekê ku piştî operasyona bi navê Çiqlê Zeytûnê ya ji aliyê artêşa Tirkiyê û bi alîkariya hêzên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ya ser bi opozîsyona Sûriyê di 20ê Adara 2018an de, xelkê resen ê Efrînê ji cih û warên xwe hatine derxistin û li şûna wan xelkê bajarê Xûtayê hatine niştecîkirin û demografiya herêmê tê guhertin.

Şanda Kurdên Efrînê ji Konsulê Filistînê re di nameya xwe de diyar kir, piştî ku Kurd ji cih û warê xwe hatin derxistin, li şûna wan Ereb û Tirkmen hatin niştecîkirin û herî dawî jî koçberên Filistînî bi mebesta erebkirina herêmê têne bicihkirin, ku Efrîn beriya dagirkeriya Tirkiyê, bi Kurdbûna xwe ya resen dihate nasîn û %95ê xelkê wê Kurd bûn.

Di nameyê de hatiye xwestin ku serkirdetiya welatê Filistînê û Serokê Filistînê Mehmûd Ebas van saziyan bide rawestandin, ku bi navê Filistînê xizmeta ajendayên hinek grûpan dikin û ev li dijî berjewendiya gelê Kurd e, ku ev gel ji bo parastina doza Filistînê mal û canê xwe dane.

Komelgeheke nişticihkirinê li Efrînê
Komelgeheke nişticihkirinê li Efrînê

 

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve herêma Efrînê ji Adara 2018an ve dagîr kirine. Li gorî çalakvanên Efrînê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ve bi avakirina van komlegehên nişticihkirinê, hewl didin demografî û nasnameya Efrînê biguherînin.

Di van çend rojên borî de, rêxistineke Filistînî ya Erebên sedsala 48an a bi navê Saziya Xêrxwazî ​​ya Wefaa El-Muhsinîn, qonaxa yekem a avakirina komelgeha niştecihbûnê ji bo bicihkirina Erebên hawirde li ser axa Efrînê bi dawî kir.

Ev komelgeha niştecihbûnê, piştî qutkirina darên daristanan li li çiyayê Hecî Mihemed li nêzî gundê Kefer Sefrê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve tê avakirin.

Li gorî zanyariyan, vê saziya Filistînî, piştî bidawîhatina qonaxa yekem a komelgehê, 34 xanî radestî Erebên Sûrî û filistînî kirin.

Di vê komlegehê de ku dê 250 xanî bi binesaziya temam wek dibistan, mizgeft û dukan bên avakirin, niha kar di qonaxa duyemîn de berdewam in û bi piştevaniya gelê Omanî dê 80 xanî werin çêkirin.