Zarokên Kurd îsal jî ji perwerdehiya Kurdî bêpar dimînin

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê werzê nû yê perwerdehiyê destpê kir. Saziyên ziman yên Kurdî û perwerdekar, balê dikşînin ku li gel gelek kêmasî û pirsgirêkan zarok dest bi werzê perwerdehiyê ya nû dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê werzê nû yê perwerdehiyê destpê kir. Saziyên ziman yên Kurdî û perwerdekar, balê dikşînin ku li gel gelek kêmasî û pirsgirêkan zarok dest bi werzê perwerdehiyê ya nû dikin.

Di destpêkirina werzê nû yê perwerdehiyê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, sendîkayên perwerdekaran û aktîvîstên zimanê Kurdî, rewşa perwerdehiyê û kêmasiyan ji Kurdistan24ê re nirxandin.

Rêvebirê Duyemîn Şaxa Sendîqaya Kedkarên Mamosteyan (Egîtîm-Sen) a Diyarbekirê Fesîh Zîrek balê dikşînin ku li gel gelek kêmasî û pirsgirêkan li Diyarbekirê 28 hezar mamoste û bi sed hazaran xwendekar dest bi werzê nû dikin.

Fesîh Zîrek ji K24ê re ragihand: “Li vir zarok, bêyî ku bikarin bi zimanê dayîka xwe perwerdehî bibînin, mixabin dê îsal jî dest bi perwerdehiyê bikin. Li gel vê jî gelek kêmasiyên dibistanan û fêrgehan jî hene. Di her fêrgehekê de zêde habûna zarokan, bi taybet jî di dibistanên navîn de. Dîsa li gel ku perwerdehî dest pê kiriye jî berdewamiya nûjenkirina dibistanan û nebûna kantînan wek kêşe li pêşîya me ne.”

Çalakvan û mafxwazên zimanê Kurdî jî balê dikşînin ku  dewlet di bicihkirina wan mafên ku naskiriye de jî durû tevdigere û radigihînin ku heta mafên zimanê Kurdî bên nas kirin û bicîh kirin, dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re ragihand: “Yanî mafekî gelek biçûk, dersên bijarde yên Kurdî ku hefteyê 2 demjimêr in de jî dewlet durûtiyê dike. Yanî memûr û karmendên wan yên herêmî, wek midurên dibistanan, hin mamosteyan, wezareta ku bi vî karî re dikeve û parêzgarî hemû, pirsgirêkan derdixin da ku dayîk û bav dersên Kurdî hilnebijêrin. Lê ji bo me ev gavekî biçûk e û çareserî nîne. Ji bo çareseriya pirsên zimanê Kurdî, divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî.”

Li Tirkiyê û Bakur, li gel destpêkirina kelecana werzê nû yê perwerdehiyê; kêşe û kêmasiyên di pergala perwerdehiyê de jî hatine rojevê. Ji aliyekî ve bi sedhazaran zarokên Kurd li Tirkiyê hêj nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Ji aliyê din ve li Tirkiyê bi giştî malbat fikar in ku dê pêwistiyên perwerdehiya zarokên xwe çawa cîbicî bikin.