100 hezar Kurdên Êzidî bo derveyî welat koç kirine

Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ragihand, heta niha nêzîkî 100 hezar Kurdên Êzidî bo derveyî welat koç kirine.

Hewlêr (K24) – Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ragihand, heta niha nêzîkî 100 hezar Kurdên Êzidî bo derveyî welat koç kirine.

Li gor amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, ku gihiştiye ber destê Kurdistan24ê, piştî êrîşa rêxistina terorê ya DAIŞê ya di 8ê Adara 2014an de bo ser Şingal û derdora wê, ji 550 hezar Kurdên Êzidî, 360 hezar kes aware bûne û piştî nemaya desthilata DAIŞê li wê navçeyê, tenê nêzîkî 150 hezar kes vegeriyan cih û warê xwe.

Herwiha ji roja yekem a êrîşa terorîstên DAIŞê ve, hezar û 293 Êzidî şehîd bûne, 2 hezar û 745 zarok winda bêserperişt bûne, 82 gorên bi kom hatine dîtin û 68 mezargehên Kurdên Êzidî hatine teqandin.

Di wê demê de 6 hezar û 554 Kurdên Êzidî (3548 jin û 2869 mêr) hatine revandin û heta niha 3 hezar û 554 revandî (1207 jin, 339 mêr, 1051 zarokên keç û 957 zarokên kur) ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Di amaran de hatiye diyarkirin ku heta niha 2 hezar û 717 revandiyên Êzidî (1273 jin û 1444 mêr) ji destê DAIŞê nehatine rizgarkirin û termên 146 revandî hatine dîtin.