Bihayê penêr di salekê de ji sedî 100 zêde bû

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qeyrana aboriyê her ku diçe xwe bêhtir dide der û herî dawî jî bihayê penêr di rojevê de derdikeve pêş ku penêr di meha Gulanê de kiloya wê bi 65 lîre bû niha bûye 130 lîre.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qeyrana aboriyê her ku diçe xwe bêhtir dide der û herî dawî jî bihayê penêr di rojevê de derdikeve pêş ku penêr di meha Gulanê de kiloya wê bi 65 lîre bû niha bûye 130 lîre.

Qeyrana aboriyê ya li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê, bandorê li jiyana welatiyan dike û dibe sedem ku gelek xurekên sereke jî biha bibin. Yek ji wan xurekan jî penêr e.

Li gorî daneyên penêrfiroşên Diyarbekir di nava salekê de bihayê penêr %100 bêhtir zêde bûye. Penêrfiroş balê dikêşin ku bihayê penêr êdî hatiye wê astê ku ji bihayê goşt jî zêdetir bûye û ti caran rewşek wiha derneketibû holê.

Penêrfiroş Adil Aydin ji K24ê re ragihand: “Îro penêrê herî erzan ê selemura yê nehelandî 75 lîre ye, 6 meh berê penêrê helandî 65 bû niha 130 lîre ye. Sedem jî êmê heywana ye. Êm erzan bibe penêr jî erzan dibe. Kîlo penêr 130 e, kiloya goşt 110  lîre ye. Berê feqîran nan û penêr dixwar, niha nikarin nan û penêr jî bixwin.”

Ji ber bihabûna penêr li Sûka Penêrfiroşan a dîrokî ya Diyarbekir jî liv û tevgera berê nemaye û esnafên sûka penêrfiroşan didin zanîn ku êdî wek berê penêr nayê firotin.

Penêrfiroş Şêxmûs Îla diyar kir: “Berê kesek dihat 10-20 kîlo dikirrî niha nikare 1 kîlo jî bistîne.”

Ji ber qeyrana aboriyê hêza danûstandinê ya welatiyan jî her ku diçe dadikeve û bi vê yekê ve jî girêdayî welatî amaje dikin ku êdî ew nikarin wek berê bi dilê xwe penêr bistînin.

Welatiyek dibêje: “Ez di Adarê de hatim min kîlo bi 50 lîre kirrî, niha 120 lîre ye. Hêza me têrê nake.”

Herwiha welatiyekî din jî dibêje: “Berê me bi 20 lîre dikirrî lê niha bûye 120 lîre, Em 10 kes in. Rojekê jî têra me nake.”

Lêçûna zêde û bihayê elektrîkê dike ku çandinî kêm bibe û ev yek dike ku bihayê êmê heywanan zêde bibe, dema êm zêde bibe şîr jî zêde dibe, dema şîr zêde bibe penêr jî zêde dibe, dema penêr zêde bibe jî Sûka Penêrfiroşan jî vala dimîne.