Gera Yekê ya Festîvala Petatan li Dihokê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e ku sibe (Duşem, 15.12.2025) Gera Yekê ya Festîvala Petatan li parêzgeha Dihokê bê lidarxistin. Amadekarî ji bo vê armancê hatine kirin û gelek cotkar tevlî wê dibin.
Birêvebirê Giştî yê Çandiniyê yê Parêzgeha Dihokê Endezyar Ehmed Cemîl ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Bêwar Hilmî re got ku, ew festîval bi hevpariya Zanîngeha Dihokê û bi piştgiriya Konsulxaneya Holandayê tê lidarxistin. Ew sê rojan dom dike û gelek çalakiyên cuda cuda vedigire.
Li gorî gotina Endezyar Ehmed Cemîl, armanca sereke ya vê festîvalê ew e ku berhemê petatan ê cotkaran bê nîşandan û jê re bazar bê dîtin. Herwesa pareka zanistî ya girêdayî petatan û pîşesaziya xwarinê ya girêdayî petatan jî dê di vê festîvalê de hebe. Berhemên cotkaran dê bi rengekê zindî bên nîşandan û celebên nû yên petatan jî dê bên nasandin.
Birêvebirê Giştî yê Çandiniyê yê Parêzgeha Dihokê eşkere jî kir: “Nêzîkî 50 çadiran dê tevlî vê festîvalê bibin, hin ji wan dê taybet ji bo nîşandana berhemê petatan û hejmareka din jî dê ji bo xwarinên Kurdewarî û biyanî bên terxankirin. Cotkarên nimûneyî hatine vexwendin ku tevlî wê bibin û berhemê xwe nîşan bidin. Herwesa pareka girêdayî pîşesaziya petatan û şîrketên têkildar jî dê hebe.”
Sektora çandiniyê li parêzgeha Dihokê di salên borî de pêşkeftineka berçav tomar kiriye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Çandiniyê piştgirî daye cotkaran, da ku berhemên xwe li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê berbazar bikin.
Di çend salên borî de, li Dihokê 126 embarên sar ji bo hilgirtina petatan û berhemên din ên çandiniyê hatine çêkirin. Berhemê petatên Dihokê bi kalitiya xwe ya bilind tê nasîn û vê yekê jî wesa kiriye ku gelek bazirgan berê xwe bidin wan.
Li gorî amaran, perhemê petatan li Dihokê ji sala 2023ê ve bi rêjeya %70 zêde bûye. Li sala 2025ê, pêşbînî tê kirin ku berhemê petatan bigihîje 600 hezar tonan. Ev jî piştî wê yekê tê ku li 48 hezar hektarên erdî petat hatine çandin.
Ji ber qedexeya hawirdekirinê, sûk niha bi tevahî bi berhemên navxweyî ve girêdayî ne. Piştî bicîhanîna pêdivîtiya navxweyî, tê plankirin ku petat ji bo Urdin, Îmarat, Qeter û başûrê Iraqê jî bên hinardekirin.