Qubad Talebanî: Herî zêde bendav di kabîneya nehê de hatine çêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Di kabîneya nehê de herî zêde pond û bendav hatine çêkirin, ku bandoreka erênî û bimifa kiriye.”
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro (Çarşem, 10.2025) di konferanseka rojnamevanî de got: “Tevî wê krîza darayî ya ku hikûmet tûş bûye, lê di kabîneya nehê de herî zêde pond û bendav hatine çêkirin.”
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir: "Heke em bi wijdan temaşe bikin, pir eşkere ye ku di vê kabîneyê de herî zêde bendav û pond hatine temamkirin, ku bandoreka erênî û bimifa kiriye."
Di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 23 pond hatine çêkirin û 58 pond jî hîn di qonaxa bicihanînê de ne, herwesa neh bendav jî bi bihayê 265.7 milyar dînaran hatine çêkirin û hemî dikarin 252.8 milyon metrên sêcarkî yên avê vegirin.