Platforma Ked û Demokrasiyê: Zext û fişarên li ser Kurdan zêde bûne

Li Diyarbekirê, endam û rêveberên partî û rêxistinên civaka sivîl ku bi navê Platforma Ked û Demokrasiyê kom bûne bertek nîşanî operasyona li ser partî, sazî û rêxistinan, desgîrkirina endam û rêveberên kurdan dan.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bertek nîşanî zext fişarên li ser partî, sazî û rêxistinên kurdan da. Di daxuyaniyê de ku li ser navê platformê hat ragihandin, hat gotin ku desthilat tehemûla daxwazên demokratîk yên kurdan neke jî ew dê li hemberî zext û fişaran bi rê û rêbazên demokratîk têbikoşin.

Li Diyarbekirê, endam û rêveberên partî û rêxistinên civaka sivîl ku bi navê Platforma Ked û Demokrasiyê kom bûne bertek nîşanî operasyona li ser partî, sazî û rêxistinan, desgîrkirina endam û rêveberên kurdan dan. Di daxuyaniyê de rexne li AK Partî û MHPê hatin girtin û hat gotin ku bi vê yekê tê xwestin ku di pêvajoya hilbijartinên 2023an de kurd û aliyên muxalif bêne çavtirsandin.

Endamê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Sîraç Çelîk ji K24ê re diyar kir: “Em ê li hemberî vê zilm û zordariyê netirsin û em ê li ber xwe bidin û em li berxwe jî didin. Ev zilm û zordarî ne ji îro ve dest pê kiriye; ev 45 sal in heye. Em kurd her tim li qadan in, em dibêjin; naxwazin kuştin çêbibe, em naxwazin şer û pevçûn çêbibe; em dixwazin aşitiyeke mayînde çêbibe.”

Di rojên borî de li Stenbolê polîsekê zileyek li Hevserokê HDPê yê rêxistina Stenbolê û parlementerê berê Ferhat Encû dabû. Her dîsa hêzên asayîşê avêtibûn ser avahiyên PAK, PSK û Tevgera Azadî û dest danibûn ser alayên Kurdistanê. Platfotma Ked û Demokrasiyê ragihand ku, ev zext fişar nîşan didin ku desthilat naxwaze kurd bi sazî û rêxistinên xwe daxwaza mafên xwe yên demokratîk bikin.

Hevserokê Rêxistina DBPê ya Diyarbekirê Xeyredîn Altun ji K24ê re ragihand: “Dema ku em lê dinêrin, em dibînin ku ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heta niha ev zilm û zordarî heye. Dema ku kurd serê xwe radikin bi bêtehemûliyeke mezin re rûbirû dibin. Ji ber ku tirk niha jî û di dîrokê de jî hebûna kurdan wekî tunebûna xwe dihesibînin. Niha kurd li cîhan û Rojhilata Navîn de gihiştine astekê û dibêjin em hene. Divê em statûya xwe biparêzin, divê em sazî û rêxistinên xwe biparêzin lê dewlet bêtehemûl e, lê belê em dê li berxwe bidin.”

Endam û rêveberên Platforma Ked û Demokrasiyê tînin zimên ku; dema ew dixwazin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û bi daxuyaniyan rexneyan li siyaseta desthilatdariyê bikin ji aliyê bi sedan endamên asayîşê ve têne dorpêçkirin û mafên wan yên herî rewa tê binpêkirin.