Mesrûr Barzanî: Em tevlî kampanyaya dawî û piştgiriya lîsteya 275 a PDKê bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 7ê Mijdarê beşdarî roja dawî ya kampanyaya hilbijartinê kir û piştevaniya Lîsteya 275 a PDKê kir.
Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Facebookê nivîsî: "Îro Înê, 7ê Mijdara 2025an, li Hewlêrê ligel Serok Barzanî me beşdarî roja dawî ya kampanyaya hilbijartinê û piştevaniya Lîsteya 275 a PDKê kir."
Ev di demekê de ye ku îro bi amadebûna Serok Barzanî, her du cîgirên wî Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, ligel bi dehhezaran alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê, li Stadyoma Franso Herîrî ya Hewlêrê, karnavaleke mezin a PDKê ji bo piştgirîkirin û serxistina Lîsteya 275 hat lidarxistin.
Di karnavalê de, Serok Barzanî axaftina xwe ya dawî ji bo serxistina Lîsteya 275 a PDKê pêşkêş kir û tekez kir ku beşdarbûna wan di hilbijartinan de ji bo rastkirina rêça siyasî ya Iraqê ye. Herwiha destnîşan kir ku heke destûr were cîbicîkirin, dê ji zilm û çewisandina navendgeriyê rizgar bibin.
