PDK-Sê Mihemed Îsmaîl wek sekreterê xwe yê nû hilbijart

Sekreterê nû yê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl
Sekreterê nû yê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokarat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) îro 15ê Hezîrana 2023an, Mihemed Îsmaîl wek Sekreterê nû yê wê partiyê hilbijart.

Piştî ku roja 12ê Hezîrana 2023an, Kongreya 12emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi dawî bû û 27 endamên Komîteya Navendî ya partiyê hatin hilbijartin. Îro li Hewlêrê civîna Komîta Navendî hat lidarxistin.

Li gorî zanyariyên K24ê, di civînê de, Mihemed Îsmaîl wek Sekreterê nû yê PDK-Sê hilbijart. Her wiha Dr. Ebdulhekîm Beşar û Kamîran Haco wek cîgirên Sekreterê PDK-Sê hatin hilbijartin.

Her di vê civînê de jî, Dr. Ebdulhekîm Beşar, Dr. Lezgîn Fexrî, Nafê Beyro, Kamîran Haco û Seîd Omer wek endamên Polîtburoya PDK-Sê hatin hilbijartin. 

Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) wek yekemîn partiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di 14ê Hezîrana 1957an de hatiye damezirandin. 

Mihemed Îsmaîl kî ye:

Mihemed Îsmaîl, di sala 1958an de li gundê Swêdiyê yê Jorîn jidayîk bûye, dibistana navîn û amadeyî li bajarê Dêrikê xwendiye. Sala 1980î jî ji Fakulteya Kîmyayê ya zanîngeha Şamê derçûye.

Mihemed Îsmaîl sala 1976an tevlî nava rêzên Partî bû. Di sala 1998an de bû endamê Komîteya Navendî û di sala 2002an de jî bû endamê Polîtburoyê.

Mihemed Îsmaîl,  yek ji navdartirîn rewşenbîrên tevgera Kurdî li Sûriyê tê zanîn, her wiha wek endezyarê çarçoveyên yekgirtî yên wekî Hevbendî, Enî, Lêvegera Siyasî, Yekîtiya Siyasî û projeya yekxistina çar partiyan û damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyê (PDK-S) tê naskirin.

Di kongreya PDK-Sê ya 2014an de, bû Berpirê îdarî yê Polîtburoya PDK-Sê, Berpirsê Medyaya Navendî û Berpirsê Pêwendiyên Derve.