Koleja Erkana Brîtanyayê bawernameya masterê da efserekî Wezareta Pêşmerge

Navenda Nûçeyan (K24) – Efserê Wezareta Pêşmerge yê bi pileya Muqedem, Rêbîn Rojbeyanî bawernameya masterê di warê zanistên leşkerî de li Koleja Staff a Brîtanyayê werdigire.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, Muqedem Rêbîn Rojbayanî efserê Wezareta Pêşmerge bo heyama 15 mehan beşdarî xuleya 26. a Koleja Fermandehiyê û Erkên Pêşketî bû û bawernameya masterê di warê zanistên leşkerî de wergirt.

Da zanîn jî, Muqedem Rêbîn Rojbeyanî ji Wezareta Pêşmerge re begsa giringiya xuleyê kir û got, Koleja Erkana Brîtanî bi erkê amadekirina efserên Brîtanî û hevalbendên ji 52 welatan dike ku ferman û operasyonên leşkerî birêve bibin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di dawiya merasîmê de, Muqedem Rêbîn Rojbeyanî logoya Wezareta Pêşmerge pêşkêşî Fermandarê Koleja Erkanê Brîtanyayê kir, Fermandarê Koleja Erkanê jî spasiya Herêma Kurdistanê kir û piştevaniya Koleja Erkanê ji Wezareta Pêşmerge re dubare kir.