Pêşmergeyên dêrîn: Dengê xwe bidin parêzvanên gel û xaka Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşmergeyên dêrîn ên Kurdistanê bang li hemû aliyan dikin ku dengê xwe bidin wê partiyê ku dê qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftên wê yên bi keda Pêşmergeyan û xwîna şehîdan hatine, biparêze.

Pêşmergeyê xanenişîn Îzet Îsmaîl ji K24ê re ragihand: “Min temenê xwe di Pêşmergayetiyê de derbas kir. Ez ji şoreşa Îlonê ve Pêşmerge me. Eger li hemû navçeyên Kurdistanê binêrin, xizmet gihîştiye hemû cihan.”

Pêşmergeyê dêrîn Ewnî Şikak ê ji sala 1970ê ve jiyana xwe ji bo xizmeta Kurdistanê terxan kiriye û di dema şoreşê de çendîn caran birîndar bû, lê cesareta wî bilind ma û Pêşmerge bi xwediyê hemû destkeftên Kurdistanê dizane.

Pêşmergeyê xanenişîn Ewnî Şikak dibêje: “Ez bang li gelê Kurd dikim ku vê qewareyê biparêzin û jidest nedin, ji ber ku ev destkeft bi hêsanî nehatin bidestxistin, bi hezaran kes li ser vê xakê xwîna xwe rijandine. Ez bang li hemû gelan dikim ku bi hev re biçin ser sindoqan. Her kesê ku parastina gel û xaka Kurdistanê bike, bila dengê xwe bide wî. Ez ji wan daxwaz dikim ku dengê xwe nedin kesên ku axa xwe firotiye.”

Serkeftin, destkeft, berxwedan û şanaziya Pêşmerge ye ku aramî û bextewarî ji bo Kurdistanê misoger kiriye. Ji ber wê jî Pêşmergeyên ku piraniya jiyana xwe ji bo parastina xaka Kurdistanê derbas kirine, bang li welatiyan dikin ku dengê xwe bidin partiyekê ku berevaniyê li xwîna şehîdan û qewareya Herêma Kurdistanê dike.