Zêdetir ji 17 hezar kesî ji Libnanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetir ji 17 hezar û 500 kesî ji ber şerê li başûrê Libnanê derbasî navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bûne.
Li gorî Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweser, heta niha 17 hezar 501 Sûriyeyî, 46 Libnanî û 11 term ji ber şerê li Libnanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Kesên ji Libnanê derbasî navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bûne, li gel xizmên xwe dimînin û yên xizmên wan li wir nîn in, li navendên bicihbûnê tên bicihkirin.
ji bo kesên ku dixwazin ji ber şer biçin Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser, komîteyên şopandina ava kirine. Nûnertî
Rêveberiya Xweser bi armanca pêşwazîkirina kesên ji Libnanê tên, maseya krîzê ava kiriye ku wan bicih dike û pêdiviyên wan dabîb dike.
Li aliyekî din Heyva Sor a Kurd li gelek bajaran konên komkirina alîkariyan ji bo kesên ji Libnanê tên, vedane.
Artêşa Israîlê ji roja 23ê Îlonê ve êrîşên xwe li ser Hizbulahê girantir kirine û 1ê Cotmehê dest bi operasyoneke bejahî li başûrê Libnanê kir, di encamê de hejmarek mezin ji nitecihên başûrê Libnanê koçber bûn.
Berpirsên Libnanê dibêjin, zêdetir 235 hezar kesî ji Libnanê derbasî Sûriyeyê bûne. Ji destpêka şerê Îsraîlî û Hizbullahê jî, nêzîkî du hezar kes hatine kuştin ku piraniya wan di du hefteyên borî de bûne.