Mesrûr Barzanî: Em di vê hilbijartinê de çi biryarê bidin emê çarenivîsa welatê xwe diyar bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di çarçoveya bangeşeya PDKê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, ligel hejmarek mamosteyên zanîngehê yên Dihokê civiya.
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî îro 6ê Cotmehê di civîna ligel hejmarek mamosteyên zanîngehê yên Dihokê de, gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Em her biryarekê di vê hilbijartinê de bidin, dê çarenivîsa welatê me diyar bike, paşeroja zarokên xwe diyar dikin. Biryara me dê diyar bike ku piştî vê hilbijartinê di 4 salên bê de hikumranî li Herêma Kurdistanê dê bi çi şêweyekê be.”
Mesrûr Barzanî got: “Biryar di rojekê de btê dayîn, lê biryar dê 4 salan bidome. Encama biryara we çi dibe bila bibe, ev çar salên desthilatdariyê dê dîsa berhema biryara we be, ji ber vê yekê ez bang li hemû welatiyan dikim, di vê hilbijartinê de biryareke niştimanî bidin, da ku em bizanin paşeroja vî welatî û ev destkeft û ezmûna ku berhema xwîna şehîdan, êş û têkoşîna Pêşmerge û berxwedana gelê qehreman e, vala neçe.”
Cîgirê Serokê PDKê tekez kir: “Eger hûn biryarê nedin, dê kesek din li şûna we biryarê bide, nemaze hûn mamosteyên hêja, ev erkekî pir pîroz e li ser milê we, ji ber vê yekê divê hûn welatiyên din, xwendekar û her kesê ku hûn bandorê lê dikin, biçin ser sindoqan ji bo ewlekariya dengdanê, ta ku hûn pêşeroja xwe misoger bikin.”
Mesrûr Barzanî got: “Biryar di rojekê de tê dayîn, lê biryar dê 4 salan bidome. Encama biryara we çi dibe bila bibe, ev çar salên desthilatdariyê dê dîsa berhema biryara we be, ji ber vê yekê ez bang li hemû welatiyan dikim, di vê hilbijartinê de biryareke niştimanî bidin, da ku em bizanin paşeroja vî welatî û ev destkeft û ezmûna ku berhema xwîna şehîdan, êş û têkoşîna Pêşmerge û berxwedana gelê qehreman e, vala neçe.”
Cîgirê Serokê PDKê tekez kir: “Eger hûn biryarê nedin, dê kesek din li şûna we biryarê bide, nemaze hûn mamosteyên hêja, ev erkekî pir pîroz e li ser milê we, ji ber vê yekê divê hûn welatiyên din, xwendekar û her kesê ku hûn bandorê lê dikin, biçin ser sindoqan ji bo ewlekariya dengdanê, ta ku hûn pêşeroja xwe misoger bikin.”
Amaje bi wê jî kir: “Girîngiya vê hilbijartinê ew e ku di demekê de ye, guhertinên bilez li herêmê çêdibin û ne diyar e çarenivîsa herêmê ber bi ku ve diçe. Ji ber vê yekê jî welatê me hewcedarê biryarên biaqilane û serkirdayetiyeke jîr e. Welat tenê bi axaftin û sozan nayê rêvebirin, ji ber vê yekê divê em li ser rabirdûya her partiyeke siyasî baş bixwînin ka gelo ew di asta birêvebirina vî welatî de ne, yan na.”
Herwiha got: “PDK ji ber ku pêwîstiyeke netewî bû hate damezrandin. Em ketibûn ber hemleyeke qiririnê û xaka me dihat wêrkirin û gelê me bêhêvî mabû û ew destkeftiyên ku berê hebûn jî dihatin tunekirin, wiha li gelê Kurd dikirin ku baweriya xwe bi doza xwe winda bike. Lê Barzaniyê nemir biryar da PDK wek tevgereke rizgarîxwaz ku hemû beşên Kurdistanê di nav xwe de bê cudahî bihewîne li bajar, bajarok û navçeyeke Kurdistanê ava kir. Ramanên wî, ol û neteweyên cuda çi dibe bila bibe, divê xwe di bin siya PDK’ê de bibîne. Wê demê ev biryareke biaqil bû. Îro jî em şanaziyê bi berdewamiya vê rêyê dikin û şagirtên vê rêyê ne. Hêviya me ew e ku bi piştevaniya gelê Kurdistanê destkeftên zêdetir li vê partiya ku di xizmeta gelê xwe de ye, zêde bikin.”
Cîgirê Serokê PDKê got: “Cihê xwe ye ku spasiya mamostayên Kurdistanê bikim ku di dema borî de tevî zehmetî û fişarên aborî li ser wan hebûn, lê mamosteyan jî wek nav û pîşeya xwe, ne tenê bi mamostetiyê, bi çalakiyan jî îspat kirin ku divê mirov ji bo berjewendiyên welat û neteweya xwe fedakariyê bikin, wan li hemberî hemû zextan tehemûl kirin û nehiştin ku pêvajoya perwerdeyê têk biçe. Wan xwendekar ji hînbûn û xwendinê bêpar nehiştin, ku ev ked û sekna we cihê pesindayînê ye, ji ber wê jî em gelek sipasiya we dikin ku we di dema borî de ew hemû zehmetî kişandin.”
Derbarê planên li dijî qewareya Herêma Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî got: “Gelek hewl hat dayîn ku hemû movikên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rastî şikestinê bê, lê me bi hemû hêza xwe hewl da ku em nekevine ber zexta wan fişaran, ji bo em ezmûna xwe bidomînin, ku ne hêsan bû, lê cihê dilxweşiyê ye ku çendî neyaran zext zêde kirin, me ewqasî hest bi piştevaniya gelê Kurdistanê kir, ev jî mezintirîn serwet û sermaye ye ji her hikûmetek û desthilatekê re, ku gel bi we re be, tu hêz nikare we bişkîne.”