Mesrûr Barzanî: PDK dibe yekema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di çarçoveya bangeşeya PDKê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, li Dihokê bi xwendekar, jin û ciwanan re civiya û got: “PDK di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, dibe yekem û bi serokatiya Serok Barzanî dê her yekem bimîne.”
Mesrûr Barzanî got: "PDK ne ji bo hevrikiya ti partiyeke siyasî, lê ji bo li dijî zilm û dagirkeriyê hatiye damezirandin û ji roja damezrandina xwe û heta niha her serbilind û yekgirtî maye. Bi piştevaniya Xwedê û gelê Kurdistanê dê roj bi roj bihêztir bibe.”
Mesrûr Barzanî got: “PDK ji bo rizgarkirina xaka Kurdistanê hatiye damezrandin û em jî wek hemû gelên cîhanê dixwazin bigihin hemû mafên xwe.”
Tekez kir jî: “Plana têkbirina PDK'ê têk çûye. Bila ji dîrokê ders werbigirin û bawer bin ku PDK roj bi roj bihêztir dibe, ji ber ku Xwedê û gelê Kurdistanê piştgiriya PDK'ê dikin."
Herwiha got: “Em di demekê de daxwaza aştiyê dikin ku em li Herêma Kurdistanê bihêztirîn in û ti carî weke niha bihêz nebûne. Nehezên PDK’ê ti carî bi qasî niha qels nebûne; Lê tevî vê yekê jî em destê aştiyê dirêjî hemû kesî dikin.”
Cîgirê Serokê PDKê ragihand, bêyî PDKê ti aliyekî siyasî li Herêma Kurdistanê nekariye tiştekî bidest bixe. Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em dixwazin Kurdistan aram be û bipêş bikeve, lê hinek aliyên din Kurdistan kirine qurbaniya berjewendiyên xwe yên kesayetî û di xema welatiyan de nebûne.”
Mesrûr Barzanî got: “PDK partiyek ji hemû ol û neteweyan e, me kariye di dirêjahiya dîrokê de li Kurdistanê berevaniyê li mafên pêkhate û neteweyên cuda bikin. Bi saya PDK’ê niha Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn xwedî cihekî gelekî girîng e.”
Cîgirê Serokê PDKê peyamek arasteyê xelkê Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê kir û got: “Ji kesî netirsin, kes ne xwediyê we ye, hûn gelekî azad in. Tu hêzek gendel nikare rêgiriyê li we bike, ta ku bibe xwediyê biryara we.
Mesrûr Barzanî herwesa pirsî, “Ew kesên ku wefa ji bo têkoşerên vî gelî nebûye, dê çawa wefa ji bo we û paşeroja vî gelî hebe? Dem hatiye em di hana gund û bajar û bajarkên Kurdistanê biçin û nehêlin êdî destê gendelî û xwesepandina neqanûnî li çi cihekê Kurdistanê berdewam be.”
Cîgirê Serokê PDKê herwesa got, “Mezintirîn xiyaneta serdem di dîroka Kurdistanê de li roja 16ê Cotmeha 2017ê rû da, lê çawa cengawerên PDKê û Kurdistanê li roja 20ê Cotmeha wê salê li Pirdê difna dijminan şkand, li roja 20ê Cotmeha îsal jî careke din em dê li ser sindoqên dengdanê difna nehezên PDKê bişkînin.”