Salek di ser şerê Xezzeyê re derbaz bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Salek di ser şerê Xezzeyê re derbaz bû, di vî şerî de heta îro nêzî 41 hezar kesên sivîl hatine kuştin, zêdetirî 100 hezar kesan birîndar bûne û bi milyonan kes jî aware bûne.
Çekdarên Bizava Hemasê li roja 07.10.2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, di wê êrîşê de zêdetirî yek hezar û 400 Israîliyan hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, herwesa 240 welatiyên Israîlî jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.
Piştî êrîşa çekdarên Hemasê bo ser başûrê Israîlê li roja 07.10.2023ê, artêşa Israîlê êrîşeke wêranker bo ser kertê Xezzeyê dest pê kir. Li dû amarên fermî yên kertê Tendirustiyê yê Filistînê, heta niha li kertê Xezzeyê zêdetirî 40 hezar kesan hatine kuştin û nêzî 100 hezar kesên din jî hatine birîndarkirin.
Xelkê Xezzeyê ji ber êrîşên Israîlê ji malên xwe derkeftine û çûne bin çadirên awareyîyê. Îro salek di ser destpêkirina şerê Xezzeyê re derbaz bû lê şer hêşta berdewam e û şêniyên Xezzeyê li bin bermayîkên kavilan dijîn.
Şirovekerê Siyasî li Xezzeyê Mihemed Ebu Ciyab ji K24ê re ragehand, “Em ber bi sala duyê ya vê wêrankariyê ve diçin, bi piştrastî ve her roj û di her çavniqandinekê de êrîş di zêdebûnê de ne û hemî kert hatine wêrankirin.”