Li Dihokê bi buhayê bi zêdetir ji 5 milyar dînar projeyên xizmetguzariyê tên cîbicîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dihokê bi buhayê zêdetirî 5 milyar dînar, hejmarek projeyên xizmetguzariyê tên cîbicîkirin.
Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 7ê Cotmehê biryara cîbicîkirina çend projeyên xizmetguzariyê bi nirxê 5 milyar û 434 hezar dînar ji bo navenda bajarê Dihokê û nahiyeyên Zawîta û Fayde û qezayên Berdereş, Sêmêl, Roviya, Dînartê, Bijêl û Girdesênê da.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê Dihokê, ev proje ji, dirustkirin û qîrkirina rêyan, avdanî, danîna toreyên avê, torên elektrîkê, dabînkirina jeneratorên elektrîkê ji bo çend gundan, çêkirina stadyûmên futbolê, çandina keskayîyê û dabînkirina sîstemên avdanê ji bo projeyan, pêk tên.
Di heyama Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, razemendî ji bo cîbicîkirina 1314 projeyan li parêzgeha Duhokê bi bihayê zêdetirî 3 trilyon û 107 milyar dînar hatiye dayîn û beşek mezin ji wan temam bûne û kar li hin projeyan jî berdewam e.
Dabeşkirina projeyan li nav navçeyan wiha ye: Li Dihokê 221 proje bi bihayê zêdetir ji 618 milyar dînar, li Akrê 216 proje bi bihayê zêdetir ji 208 milyar dînar, li Amêdî 331 proje bi bihayê zêdetir ji 401 milyar dînar û li Sêmêlê jî 159 proje bi bihayê zêdetir ji 202 milyar dînar tên cîbicîkirin..
Herwiha li navçeya Şêxan 161 proje bi bihayê zêdetirî 296 milyar dînar û li navçeya Berdereşê jî 216 proje bi bihayê zêdetirî 302 milyar dînar tên cîbicîkirin.