PDK belgeyên hewlên berpirsên niha yên YNKê bo destkarî di encamên hilbijartinan de belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) –  Komîteya Bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a Serpereştiya Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, daxuyaniyek derbarê hewlên berpirsên niha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser destkarîkirina di encamên hilbijartinan de belav kir.

Li gor tomara peywendiya telefonî ya di navbera Bafil Talebanî û birayê wî Qubad de, berpirsên Bexdayê di hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê de 30 kursî ji YNKê re “garantî” kirine.

Komîteya Bilind a PDKê îro 8ê Cotmehê di vê derbarê de di daxuyaniyekê de got: “Wek hûn dizanin, me weke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê, li çend cihan nîgeraniya xwe derbarê proseya lidarxistina hilbijartinan eşkere kiriye. bêguman nîgeraniyên me li gorî agahiyan bûn, lê wê demê ti belge li ber destê me tunebûn, ta ku piştrast bikin.”

Komîteya Bilind a PDKê tomara peywendiya telefonî ya di navbera Bafil Talebanî û Qubad Talebanî wek belgeyek belav kir ku rûyê rast ê rêveberiya nû ya YNKê bi taybet kurên Mam Celal nîşan dide û got: “Bafel û Qubad bi rêya guftûgoyekê di navbera wan de, planeke xerab li dijî Kurdistan, demokrasî, malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman gotûbêj dikin. Hewl didin sextekariyê bikin û ji bo xwe dîzayn bikin û bi awayekî bêşerm bêrêziyê li şehîdan, malbatên wan ên serbilind, Pêşmergeyên qehreman û dengdêrên ezîz dikin, da ku bi komplo û sextekariyê proseyeke demokratîk weke hilbijartinan, bixapînin û riswa bikin.”

Komîteya Bilind a PDK’ê Bi pêşkêşkirina vê belgeyê, “bang li Hikûmeta Federal a Iraqê, welatiyên Kurdistanê, partiyên siyasî, çalakvan, çavdêr, raya giştî û civaka navdewletî dike û vê rastiyê ji wan re radigihîne û rastiya ku rûyê rast ê Bafil û Qubadê derdixe holê û aşkere dike. Belê, ev rastiya Bafil û Qubad e, du kesên nû hatine cîhana siyasetê, ti carî ji bo kurdayetiyê ked nedane û hemû têkoşerîn di nava partiya xwe de yan sivikayetî pê kirine, yan bêzar kirine û heta radeyekê jî derkirine, ta ku bi rêya plan û bazarên bi dijmênin Kurdistanê re kar bikin û navûdengê ezmûna demokratîk a Herêma Kurdistanê neşîrîn bikin.”

 

Fly Erbil Advertisment