Serok Barzanî bo koça dawiyê ya Dr. Xelîl Îsmaîl peyamek parve kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber koça dawiyê ya Profesor Dr. Xelîl Îsmaîl, Serok Barzanî serexweşî li Dr. Şukriya Resûl a hevjîna wî kir.
Ji ber koça dawiyê ya Profesor Dr. Xelîl Îsmaîl, Serok Barzanî behînameyek arasteyî Dr. Şukriya Resûl a hevjîna wî kir ku tê de hatiye, “Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya akademî û zanayê Kurd Profesor Dr. Xelîl Îsmaîl gehişt min.”
Di pareke din a behînameya Serok Barzanî de hatiye, “Navbirî kesatiyekî niştîmanperwer bû, ku jiyana xwe ji bo xizmetkirina zanistê û pêşxistina bi sedan xwendekar û zanistxwazên Kurdistanê terxan kir, û şûndestê wî di xizmetkirina navendên akademî û zengînkirina kitêbxaneya zanistî ya Kurdistanê de diyar e.”
Herwesa di pareke din a behînameya Serok Barzanî de amaje hatiye dan, “Windakirina Dr. Xelîl Îsmaîl xusaretiyeke mezin e. Ez serexweşiyê li Dr. Şukriya Resûl a hevjîna Xudêjêrazî wî û malbat û kesûkar û tevaya akademiyên Kurdistanê û mamostayên zanîngehê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.”
Serok Barzanî herwesa daxwaz ji Xudayê mezin kiriye ku canê Xudêjêrazî bi behişta berîn şa bike û sebir û hedarê bi hemî aliyan bide.