Tirkiye: Kokaîn piştî Tirkiyeyê li keştiya RAS hatiye barkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê derbarê keştiya ku li Girava Kanaryayê tê de 4 ton kokaîn hatî girtin de daxuyanî da ku ew keştî ji Tirkiyeyê jî derbas bûbû. Wezaret dibêje hemû tevgerên keştiyê hatine aşkerekirin û derbarê mijarê de ew bi hêzên Fransî û Spanî re di têkiliyê de ne.

Roja 4ê cotmehê hêzên ewlekariyê yên Fransa û Îspanyayê di Okyanusa Atlasê de nêzîkî Girava Kanaryayê keştiyek bi navê RAS de 4 ton kokain girtin. 

Li gorî lêkolînê ew keştî ji Tirkiyeyê re jî derbas bûbû. Li ser vê mijarê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê daxuyaniyek parve kir. 

Di daxuyaniyê de tê gotin ku li gorî rêgeha keştiyê  hatiye dîtin ku keştî 28ê tebaxê ji Zeytînburnuya Stenbolê derketiye û piştî ku keştî ji Tirkiyeyê derketiye navbera 23-29ê îlonê nêzîkî Gîne û Morîtanyayê ew kokain lê hatiye barkirin. 

Her wiha tê amajekirin ku keştiyê de 7 tirk, 2 azerî, 1 hollandî hatine desteserkirin. 

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê dide zanîn, ew bi awayekî berdewam derbarê vê mijarê de bi hêzên ewlekariyê yên beşa  dijî maddeyên hişbir di têkiliyê de ne.